Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan: Divê Parlamena Kurdistanê bi zûtirîn dem bê aktîfkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan bangewaziyek arasteyî raya giştî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ku di zûtirîn dem de Parlamena Kurdistanê bê aktîfkirin.
Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) bangewaziyek arasteyî raya giştî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û di bangewaziya xwe de ragihand ku ew bi nîgeraniyeke zêde li berdewambûna rewşa xetimîna siyasî û paşxistina aktîfkirina Parlamena Kurdistanê dinêrin.
Wê partiyê diyar jî kir ku di demekê de ku demeke dirêj di ser hilbijartinan re derbaz bûye, êdî ne rewa ye ku karên bilindtirîn dezgeha danana qaûnan û çavdêriyê li herêma me bên rawestandin.
Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan bi nerîna berpirsyariya niştimanî ve ev xalên lî jêr arasteyî hemî aliyan kirin:
Cudakirina Erkan: Çênebûna kabîneya nû ya hikûmetê nabe û nabe bibe sedema rawestandina karên parlamenê. Pêdivîtiya Herêma Kurdistanê bi wê yekê heye ku parlamen ji niha ve dest bi rêkxistina karên xwe yên navxweyî, pêkanîna komîsyonan û nîqaşkirina li ser pirsên çarenivîssaz bike.
Berpirsyariya Dîrokî: Em daxwaz ji hemî hêz û aliyên siyasî dikin ku bi demeke zû û berpirsyarane de maseyên nîqaşê germ bikin û ji bo pêkanîna kabîneya nû û aktîfkirina tevahiya dezgehên destûrî bigihin lihevkirinekê.
Berjewendiya Giştî: Berdewambûna vê rewşa xetimînê tenê zirarê dide jîn û jiyara welatiyan û pêvajoya desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê. Divê berjewendiya bilind a gel li pêşiya tevahiya berjewendiyên din ên partî û kesan bê danan.
Partiya navborî di dawiya bangewaziya xwe de tekez kir: "Werin em pêkve rêyê li zêdetir pûçvûna dem û derfetan bigirin, werin em careka din parlamenê bikin ew platform a ku xizmeta welatiyan tê de tê kirin."