Netanyahu: Em ji başûrê Libnanê venakişin

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî ji başûrê Libnanê venakişe heta wê dema ku pêdivîtiyên ewlehiyê yên Îsraîlê weha bixwazin. Wî tekez jî kir ku hindî ew li ser desthilatê be, rêyê nadin Îran bibe xwediya çekê atomî.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de li ser dosyaya atomî ya Îranê ragihand: "Hindî ez serokatiya hikûmeta Îsraîlê bikim, Îran nabe xwediya çekê atomî.”

Serokwezîrê Îsraîlê amaje jî kir ku welatê wî li beranberî hejmareke astengiyên din e, ku pêdivîtî bi parastina berjewendiyên ewlehiyê heye, tevî parastina peywendiyan ligel dostên wan ên Amerîkayî. Wî herwesa tekez jî kir ku heta berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê li deverê bi tevahî neyên parastin, ew amade nînin ku ji başûrê Libnanê vekişin.

Ev daxuyaniyên Netanyahu di demekê de ne ku artêşa Îsraîlê li ser êrîşên xwe yên li ser deverên cuda cuda yên başûrê Libnanê berdewam e; tevî ku Waşinton û Tehranê beriya niha ragihandibû ku ew gihîştine jihevtêgihîştnekê bo bidawîanîna şer li deverê, ku eniya Libnanê jî vedigire û tekezê li ser rawestandina karên serbazî dike.