Kerkûk: Zêdetirî hezar şûnwarên dîrokî li ber gefa nemanê ne

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Sîmayê keleporî û dîrokî yê bajarê Kerkûkê ji ber çêkirina projeyên bazarganî û veberhênanê rûbirûyî metirsiya nemanê bûye. Hevdem zêdetir ji 100 kasibkar û dukanarên li taxa Şorceyê, bêyî ku ti şûngirek ji wan re bê dabînkirin, di bin metirsiya derkirin û bêkarbûnê de ne.

Ew zeviyên ku kasibkarên taxa Şorceyê li ser kar dikin, biryar e bo projeyên nû yên veberhênanê bên guhertin. Ev yek bûye sedema nîgeraniya di nav kasibkarên deverê de ku ditirsin çavkaniya jiyana xwe ji dest bidin.

Hosta Mihemed Celîl, ku li wê deverê dukanar e, di vî warî de bal kişand ser vê pirsê û got: "Destûra van projeyan ji Bexdayê hatiye anîn û veberhênerê projeyê ne xelkê Kerkûkê ye. Ev jî bêbarkirina kasibkarên resen ên vî bajarî ji derfetên kar e."

Herwesa Serkeft Xalid jî, ku dukanarekî din e, ron kir ku bêyî dabînkirina ti cihên alternatîf, biryara derkirina wan ji bo wan hatiye şandin. Wî tekez kir ku ev biryar dê zirareka mezin bigihîne aboriya malbatên wan û dê jîn û jiyara wan a rojane bixe metirsiyê.

Metirsiya têkdana nasnameya Kerkûkê tenê li taxa Şorceyê nîne; belkî tevahiya navenda bajar û dordora Keleha Kevn a Kerkûkê jî vedigire. Ew cihên ku pêdivî bû wek mîrateya çandî û şûnwarî hatibam parastin, niha yek li pey yekê dibin molên bazarganî û avahiyên xwecihbûnê.

Şûnwarnas Star Cebarî jî li ser vê rewşê hişyarî da û ragihand: "Kerkûk xwedî zêdetir ji hezar şûnwarên dîrokî û kevnar e, lê eger rewş bi vî awayî berdewam bike, di paşerojê de ti şûnwarekî dîrokî ji bo vî bajarî namîne." Wî şûnwarnasî eşkere jî kir ku dîroka vî bajarî bi destê hinek kesan tê têkdan û şêwandin.