Iraq: Yekkirina sîstema gumrikê ligel Herêma Kurdistanê pêngaveke stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand ku yekkirina sîstema gumrikê ligel Herîma Kurdistanê dê bibe sedema bihêzkirina jêrxaneya aborî û zêdekirina dahatên negirêdayî petrolê.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî îro (Pênjşem, 18ê Hezîrana 2026ê) ragihand: "Yekkirina sîstem û rêkarên gumrikî yên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de pêngaveka stratejîk e di karwanê çaksaziya aborî de."

Falih Sarî herwesa ron jî kir ku ev pêngav dê bandoreka erênî li ser bilindkirina asta dahatê, tundkirina çavdêriya li ser tevgera kelûpelan û rêgirtina li xwevedizîna gumrikî hebe.

Hevdem ligel daxuyaniya Wezîrê Darayî, li Bexdayê civîneka hevpar di navbera Desteya Giştî ya Gumrika Iraqê û Desteya Gumrika Herêma Kurdistanê de bi rê ve çû. Di wê civînê de, ku aliyên peywendîdar tê de amade bûbûn, pirsa bicihanîna sîstema cîhanî ya "Asycuda"yê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin.

Di wê civînê de, behsa aliyên teknîkî û kargêrî yên wê sîstemê hat kirin ku niha li deriyên Hikûmeta Federal tê bicihanîn. Herwesa behsa giringiya guhertina dîjîtalî û hêsankirina rêkaran ji bo bazirganan û veguhastina kelûpelan jî hat kirin.

Di dawiya wê civînê de, her du aliyan komnivîseka hevpar îmza kir, ku çend pêşniyar û rêkarên bicihanînê tê de bûn. Biryar e ku ew komnivîs bo Encûmena Wezarî ya Karûbarên Aborî bê şandin, daku bê pejirandin û rêkarên qanûnî bo destpêkirina karan li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bên temamkirin.

Ev jî di dema de ye ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) di bernameya "Basi Roj" a Kurdistan24ê de ragihandibû: "Ti pirsgirêkên me ligel sîstema Asycudayê nînin, belkî tenê me têbînî li ser hebûn ku çima em wek pişkek ji vê pêvajoyê nehatibûn wergirtin." Wî herwesa tekez jî kiribû ku ligel hikûmeta Iraqê jihevtêgihîştneka baş heye.