Îran: Em dê bersiva binpêkirinên Amerîkayê bidin
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê tekez li ser çavdêriyeka hûr li ser bicihanîna jihevtêgihîştina navbera welatê xwe û Amerîkayê dike, herwesa ragihand ku eger her binpêkirinek ji aliyê Amerîkayê ve bê kirin, pêngavên beramber ên diyarkirî dê bên avêtin.
Sekreteriya Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) di ragehandineka fermî de bersiva peyama Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî ya li ser yadaşta jihevtêgihîştina Tehran û Waşintonê da. Encûmenê di peyama xwe de piştrastbûnê daye rêberê welatê xwe û gelê Îranê ku ferman û rênmayiyên Xameneyî bi tevahî dê bên bicihanîn.
Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Amerîkayê wekî "peymanşikên" bi nav dike û tekez dike ku bi bêbaweriyeka temam ve çavdêriya tevgera danûstandinan û bicihanîna bernameyan dikin.
Encûmena navborî amaje bi wê yekê jî dike ku eger her varêbûn an binpêkirinek ji aliyê Amerîkayê ve rû bide, li gorî plan û bernameyên ku pêşwext hatine danan, dê bersiveka wekhev bidin.
Ev helwesta Encûmena Ewlehiyê ya Îranê piştî peyama Mucteba Xameneyî tê, ku tê de ragihandibû, tevî ku dîtineka wî ya din hebûye jî, lê razîbûna xwe li ser îmzakirina yadaşta jihevtêgihîştinê daye.
Rêberê Îranê amaje bi wê yekê jî kiribû ku danûstandinên rasterast, yên ku biryar e di paşerojê de bên kirin, bi wateya qebûlkirina dîtina Amerîkayê nîne û daxwaziyên zêdexwaziyê yên Waşintonê qebûl nakin.