Pêşmergeyan û artêşa Îraqê bi hev re operasyonek meşand

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ragihand ku li sînorê gundên Kendênawayê û sînorê çiyayên Qereçûxê guman dihat kirin ku cih û heşargehên çekdarên DAIŞê û çekdarên nenas lê hebin, ji ber hindê operasyoneka hevpar ligel artêşa Îraqê kir.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) ragihand, ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyeka zêdetir bo welatiyên deverê, îro hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê li sînorê gundên Kendênawayê û zincîra çiyayên Qereçûxê operasyoneka hevpar kir.

Wezareta Pêşmerge amaje bi wê yekê jî da ku armanc ji wê operasyonê geriyan û pişkinîn bû, bo wan deverên ku guman lê dihat kirin ku cih û heşargehên çekdarên DAIŞê û çekdarên nenas lê hebin.

Herwesa hatibû diyarkirin jî ku di wê operasyonê de, Lîwaya 18ê ya Peyade ya Wezareta Pêşmerge û Fîrqeya 14ê ya artêşa Îraqê pişkdar bûn, ku tê de sînorê devera Kendênawayê û zincîra çiyayên Qereçûxê hatin pişkinînkirin.

Ev operasyona hevpar a hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê nîşana berdewamiya hevahengiya serbazî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ye, bo dagirtina valahiya ewlehiyê ya li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê. Ev pêngav zêdetir aramiyê dide gundiyên deverê û rêyê li ber her pêşkeftineka nû ya terorê li ser sînoran digire.