DEM Partî daxwaza qanûnekê bo Pêvajoya Aştiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka DEM Partiyê tekez dike ku divê Pêvajoya Aştiyê bibe qanûnî û bikeve bin çarçoveyekê ku garantî hebe. Hevdem dema lidarxistina kongreya pêncê ya partiya xwe aşkere kir.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de li bingeha sereke ya partiya xwe li Enqereyê çend daxuyaniyên giring li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê, Pêvajoya Aştiyê û karûbarên navxweyî yên partiya xwe dan.
Ayşegul Dogan amaje jî kir ku ji bo nehêlana wê sistiya ku di Pêvajoya Aştiyê de heye, derxistina qanûneka çarçoveyî (qanûneka ku bingehên wê pêvajoyê diyar bike) niha karekî pêdivî ye û got: "Her aliyek di nav desthilatê an dewletê de bibe sedema paşxistina çarçoveya qanûnî ya vê pêvajoyê, berpirsiyariyeka mezin a dîrokî dê bikeve ser milê wî. Armanca me ya sereke ew e ku ev rêkxistina qanûnî di meha Tîrmehê de li Parlamena Tirkiyeyê bê pejirandin."
Li ser civîna şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Ayşegul Dogan ragihand ku Serokatiya Parlamenê ne tenê cihek e bo "diyarkirina hêvî û xwestekan", belkî pêdivî ye wek dezgeheke fermî berpirsiyariya xwe di nexşerêya vê pêvajoyê de hilgire.
Berdevka DEM Partiyê herwesa tekez jî kir ku ji bo birêveçûna pêvajoyeka saxlem, pêdivî ye şert û mercên Abdullah Ocalan di zîndanê de bên guhertin û derfeta peywendîkirina wî ligel cîhana derve bê berfirehkirin.
Wê di pişkeka din a axaftina xwe de behsa nûbûna partiya xwe kir û got ku Kongreya Pêncê ya Asayî ya DEM Partiyê dê li roja 20ê Îlonê li Hola Werzişî ya "Ankara Arena"yê bi rê ve diçe. Wê da zanîn jî ku ew kongre ne tenê ji bo guhertina îdare û rêveberiyê ye, belkî pêngaveka stratejîk e bo bihêzkirina xebata demokratîk û siyasî li welat.