Swîsra: Em hewl didin astengiyên li pêşiya danûstandinên Amerîka û Îranê rakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Swîsrayê ragihand, dîplomatkarên wan ji bo parastina peywendiyên navbera Washington û Tehranê, di nava liv û tevgerê de ne û hewl didin jîngeheke lêhatî ji bo danûstandinan amade bikin.

Wezareta Derve ya Swîsrayê, di bersiva pirsên Kurdistan24ê de eşkere kir, ew wekî navbeynkar hewl didin jîngeheke bawerpêkirî û nepenî ji bo asankirina danûstandinên li herêma Burgenstockê peyda bikin. Armanca sereke ya van hewlan, cîbicîkirina lihevkirinên dawî yên navbera Amerîka û Îranê ye.

Li gorî medyaya Amerîkayê, nûnerên taybet ên Serokê Amerîkayê, Steve Witkoff û Jared Kushner, ji bo îmzekirina lihevkirinê û destpêkirina danûstandinên rûbirû, îro 20ê Hezîrana 2026an gihîştine Swîsrayê. Lê belê heta niha Tehranê bi fermî şandina şandeyeke nû ji bo Swîsrayê ranegihandiye.

Ev liv û tevgera dîplomatîk piştî wê yekê tê ku roja 18ê Hezîranê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, deqa "Yadaştnameya Lihevkirinê" bi awayekî dîjîtal îmze kirin. Ev peyman ku wekî "Lihevkirina Îslamabadê" tê naskirin, bi armanca bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê hatiye amadekirin.

Îran: Civîna Swîsrayê êdî ne pêdivî ye

Derbarê sedema paşxistina civîna li Swîsrayê ku biryar bû di 19ê Hezîranê de pêk hatiba, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand: "Ji ber ku deqa lihevkirinê bi Amerîkayê re hatiye îmzekirin, êdî lidarxistina civîna li Swîsrayê ne pêdivî bû." 

Vekirina Tengava Hurmizê û 60 rojên teknîkî

Li gorî xalên vê peymana nû, divê Îran Tengava Hurmizê bi rûyê bazirganiya cîhanî de veke. Her wiha 60 roj wekî qonaxeke teknîkî hatiye diyarkirin, da ku her du alî li ser mijarên sereke, bi taybetî li ser bernameya atomî ya Îranê, danûstandinên hûr û kûr bikin.