Parlamenter Mihemed Sîdo: Em hewl didin Efrînê bikin parêzgeheke serbixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Kurd di Parlamena Sûriyeyê de Mihemed Sîdo ragihand, ew li Şamê kar dikin da ku Efrîn bibe parêzgeheke serbixwe û zimanê kurdî li dibistanan were xwendin.

Endamê Encûmena Gel a Sûriyeyê (Parlamen) Mihemed Sîdo, ku bi xwe xelkê Efrînê ye, ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew wekî parlamenterên herêmê, ew di nav Parlemana Sûriyeyê de hewl didin ku Efrîn bibe parêzgeheke serbixwe û tekez kir: "Em dixwazin dengê rastîn ê xelkê Efrînê bigihînin saziyên fermî." 

Zimanê Kurdî di perwerdeyê de

Yek ji mijarên giring ên daxuyaniya Sîdo, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bû. Wî destnîşan kir ku ew daxwaz dikin zimanê kurdî li herêmê bibe zimanê perwerdeyê û li kêleka zimanê erebî di dibistanan de bibe mijareke bingehîn a xwendinê.

Vegera 12 hezar malbatên koçberan

Derbarê vegera xelkê Efrînê ji bo ser mal û milkên wan, Mihemed Sîdo aşkere kir ku heta niha 8 karwanên koçberan vegeriyane bajarê xwe. Sîdo got: "Ev karwan ji Rojhilatê Firatê û Kobaniyê vegeriyan. Ev prose bi hevahengiya kesên berpirs ji aliyê Serokatiya Komarê û bi hevahengiya li gel Rêveberiya Xweser pêk hat. Heta niha nêzîkî 12 hezar û 500 kes vegeriyane ser cih û warên xwe."

Bang li sermayedaran hat kirin

Mihemed Sîdo bangeke taybet li sermayedar û karsazên Efrînî kir ku vegerin bajarê xwe û wiha dewam kir: "Em daxwazê ji hemû sermayedarên Efrînê dikin ku vegerin. Pêdiviya ciwanên me bi derfetên kar heye. Vegera karsazan dê bibe sedema vejandina aboriya herêmê û peydakirina kar ji bo nifşên nû."

Parlamenterê Kurd di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku armanca wan a sereke ew e ku hemû koçberên Efrînê vegerin û mal û milkên wan ên ku hatine standin, li wan werin vegerandin.