Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li malbata Lîwa Tehsîn Kemekî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serexweşî li malbata Lîwa Tehsîn Kemekî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîranê, ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn, Lîwa Tehsîn Kemekî, peyameke serexweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn, Lîwa Tehsîn Kemekî, ez serexweşiyê li malbata wî ya têkoşer dikim û hevparê xema wan im."

Her wiha Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê Mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide binemal, kesûkar û dostên wî.