CBS News: Şandên Îran û Amerîkayê bo kirîza Libnanê civîneke bilez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kanala "CBS News"ê ya Amerîkayî eşkere kir ku, şandên Îran û Amerîkayê, ji bo nirxandina rewşa awarte ya Libnanê û şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê, dê civîneka neasayî û lezgîn bikin.

Kanala “CBS News”ê îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) ji zarê çavkaniyeka dîplomatîk ragihand ku şandên Îran û Amerîkayê biryar daye ku di civîneka neasayî û bilez de pirsa Hizbulah û Îsraîlê nîqaş bikin, anku hevdîtina yekê ya wan her du şandan dê ji bo vê pirsê be.

Her li gorî wê çavkaniyê, ne Îsraîl, ne Hizbulah û ne jî Hikûmeta Libnanê di van danûstandinan de amade nînin; herwesa razîbûna Waşintonê bo nîqaşkirina vê pirsê wekî guhartineka stratejîk di siyaseta Amerîkayê de tê dîtin.

Şandeya Îranê bi serokatiya Mihemmed Baqir Qalîbaf û bi endamtiya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li derengiya şeva borî gihîşt bajarê Zurîhê yê Swîsreyê. Li aliyê din, şandeya Amerîkayê ku ji Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Jared Kushner û Steve Witkoff pêk tê, ji roja Şemiyê ve li Swîsreyê ne.

Herwesa hat ragihandin ku ev civîna lezgîn piştî wê yekê tê ku biryar bû danûstandin li roja Îniyê hatibam destpêkirin, lê ji ber berdewamiya êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, civîna wê rojê hatibû helweşandin.

Ev rûdanên dîplomatîk di demekê de ne ku şeva borî Baregeha Navendî ya "Xatemûl Enbiya"yê ya Îranê ragihand ku; di bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de, wan Tengava Hurmizê girtiye û hişyarî dan ku eger êrîş berdewam bin, ew dê zêdetir pêngavan biavêjin. Herwesa berpirsekî Îranî tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê di bin çi şert û mercan de dest ji hevpeymanên xwe yên li Libnanê bernade.

Li aliyê din, piştî êrîşa duhî bo ser başûrê Libnanê, berpirsên Îsraîlê rawestandina operasyonên xwe yên serbazî li başûrê Libnanê ragihand. Kanala 12ê ya Îsraîlê jî belav kir ku Benjamin Netanyahu û Israel Kartz ferman daye artêşê ku tevahiya operasyonên başûrê Libnanê rawestînin, lê bêyî ku ji wan deverên dagir kirine vekişin.