Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn Mizgefta Mezin a Barzanî dadine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) kevirê bingehîn bo projeya "Mizgefta Mezin a Barzanî" dadine, ku wekî mezintirîn navenda olî û çandî li ser asta cîhanê û herêmê tê hesibandin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fikra vê projeyê li sala 2023ê pêşkêş kiribû. Ev proje li ser rasparde û fermana wî, bi rêya Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî Dr. Piştîwan Sadiq û raspartina Serokê tîma xumalî ya "Graph"ê endezyar Reşîd Fetah hatiye dîzaynkirin.
Armanca serekî ya vê projeyê zindîkirina mîmariya Kurdî, berçavkirina xwezaya Kurdistanê û dîroka jiyana bi rûmet a Barzaniyê Nemir e, ku qonax bi qonax di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr de hatiye bicihanîn.
Ev proje li ser rûberê zêdetir ji 2 milyon metreyên ducarkî hatiye dîzaynkirin û gelek pîverên cîhanî şikandine. Ev proje ji çend pişkên girîng pêk hatiye, wekî Hola Serekî ya Mizgeftê ku mezintirîn gombet û bilindtirîn derî li ser asta xîhanê vedigirin, û mezintirîn hola helkeftinên olî û civakî û cihên nimêjkirinê ji bo zêdetir ji 700 hezar kesan di yek demê de.
Pişkeka dî ya vê mizgeftê ji bax û daristanên taybet pêk tê, ku zêdetir ji yek milyon dar û gulan tê de hene, tevî çêkirina mezintirîn sûlava destçêkirî li ser asta cîhanê ku ji bilindahiya 48 metreyan dirije nav goleka destçêkirî li nav vê mizgeftê.
Ji aliyê endezyarî û dîzaynê ve, fikra vê mizgeftê li ser bingeha nasnameya Kurdî û nexş û nîgarên Kurdewarî hatiye damezrandin; avahiyê serekî yê mizgeftê li ser awayê "Reşmala Kurdî" û avahiyên din jî li ser awayê "Çadirên Kurdî" hatine dîzaynkrin.
Pişkên serekî yên projeyê:
- Hola serekî ya nimêjkirinê: Cihê 9.000 kesan dibe û li ser girekî destçêkirî tê avakirin.
- Hewş û baxê mizgeftê: Cihê zêdetir ji 700.000 kesan dibe.
- Hola helkeftinên olî.
- Mezintirîn saeta rojê.
- Mezintirîn mehfûra destçêkirî li ser asta cîhanê.
- Bilindtirîn derî li ser asta cîhanê.
- 4 minare û hebûna asansorê bo dîtina temamiya bajarê Hewlêrê.
- Mezintirîn gumbed li ser asta cîhanê.
- Pirtûkxane û cihê mezintirîn arşîfkirina nivîsarên Kurdî û olî.
- Hola konferansan.
- Muzexaneya taybet bo dîrok û destnivîsên Kurdî.
- Qutabxaneya olî.
- Hola xwarinê ya giştî.
- Hola taybet bo helkeftinên civakî.
- Mezintirîn sûlava destçêkirî û gola destçêkirî.
- Mezintirîn park.
- sûkeka taybet bo kelûpelên olî û Kurdî.
- Cihê taybet bo rawestana timbêlan.