Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: Ji ber êrîşên Îsraîlê 7 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Tenê rojekê piştî ketina destpêkirina agirbestê, balafirên şer ên Îsraîlê zêdetir ji 12 êrîşên esmanî birin ser başûr û rojhilatê Libnanê; di encamê de serbazekî artêşê û 6 sivîl hatin kuştin û lihevkirina nû ya navdewletî rûbirûyî metirsiya hilweşînê bû.
Ev êrîş tenê rojekê piştî destpêkirina agirbestê hatin kirin, ku ev yek bûye sedema çêbûna gumanan li ser şiyana lihevkirinê bo rawestandina şer. Balafirên şer ên Îsraîlê çend bajarok li qezaya "Nebetiye"yê kirine armanc, di nav wan de Hebûş, Mifdûn, Nebetiyeya Serû, Numeyriye, Şewkîn, Kefercewz û Erbeselîm û Cebel Refîe li qezaya "Cezîn"ê. Herwesa êrîşan her du bajarokên "Lebaya" û "Sehmer"ê jî li Beqaa Rojava vegirtin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, Îsraîlê tenê di saeta yekê ya agirbestê de nêzîkî 12 êrîş kirine. Di encama bumbebaranan de, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku serbazekî artêşa Libnanê li ser rêya Kefermanê hatiye kuştin û çar kesên din jî li bajarokê Barîşê li başûrê Libnanê canê xwe ji dest daye.
Berî niha Îsraîlê ragihandibû ku ew şer berfireh nake, heya ku rûbirûyî êrîşan nebe, lê tekez kir ku dê hêzên xwe li deverên sînorî yên başûrê Libnanê bihêle.
Ji aliyekê din ve jî, van aloziyan bandor li ser danûstandinên dîplomatîk kirine; Îranê ragihandiye ku civîneka biryar li ser dayî li Swîsreyê ji ber van êrîşan paş xistiye. Di vê navberê de, Waşinton û welatên Ewropayê zextê dikin, bo parastina agirbestê û rêgirtna li hilweşîna lihevkirinê.