Hakan Fidan: Pêwîst e aloziyên navbera Washington û Tehranê zû bên çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand, pêwîst e Washington û Tehran di nav 60 rojên bê de çendîn pirsên aloz çareser bikin. Fidan hişyarî da ku Îsraîl li benda fersendekê ye da ku proseya danûstandinan têk bibe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan li ser perawîza civîna wezîrên derve li Qahîreyê, ji Ajansa Anadoluyê (AA) re ragihand, danûstandinên navbera Amerîka û Îranê dest pê kirine û têkiliyên yekem hatine danîn. Herwiha diyar kir ku wî bi telefonê ligel nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff ev mijar gotûbêj kiriye.
Fidan bal kişand ser zehmetiyên di proseyê de û got: "Dibe ku çareserkirina hemû hûrgilî û aliyên teknîkî yekser ne hêsan be û car caran xitimbûn çêbibe; divê em ji bo vê amade bin."
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwiha hişyariyeke tund da û got: "Bêguman Îsraîl jî her tim li benda sateke guncaw e ku di yekem derfet de rewşê têk bibe."
Li gorî daxuyaniyên Fidan, piştî îmzekirina lihevkirina destpêkê ya navbera Washington û Tehranê, hinek mijarên giring ji bo 60 rojên bê hatine hiştin. Ev mijar bi taybetî pirsên teknîkî yên girêdayî bernameya atomî û cezayên li ser Îranê ne. Fidan tekezî li ser pêwîstiya avakirina mekanîzmayeke çareseriyê ya bêyî aloziyan kir.
Di dawiya axaftina xwe de, Hakan Fidan destnîşan kir ku derbarê pirsên sereke yên nav danûstandinan de "vîna siyasî" hatiye nîşandan. Ew bawer dike ku di rojên pêş de bi rêya xebateke dijwar û çirr, her du alî dê bikaribin bi ser astengiyan de zal bibin.