Li Qeterê teqînek çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Qeterê ragihand, li kargehekê li herêma pîşesazî ya "Re's Lafan"ê teqînek pêk hatiye û tîmên berevaniya şaristanî di hewla kontrolkirina rewşê de ne.

Wezareta Navxwe ya Qeterê îro 21ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, "teqînek di hundirê kargehekê de li herêma pîşesazî ya Re's Lafanê çêbûye."

Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku tîmên berevaniya şaristanî demildest gihîştine cihê bûyerê û ji bo dûrxistina metrsiyan bi awayekî lezgîn dest bi kar kirine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di encama vê teqînê de ti ziyanên canî çênebûne. Herwiha hate ragihandin ku ti belavbûna gazê yan madeyên xeternak li kargehê nehatiye tomarkirin.

Herêma pîşesazî ya Re's Lafan (Ras Laffan), wekî yek ji navendên herî stratejîk ên pîşesaziya enerjiyê û gaza xwezayî li ser asta cîhanê tê naskirin.