Trump: Ez ê dosyaya Hizbullahê radestî Ehmed Şera bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, lihevkirina wan a bi Îranê re, ne peymaneke dawî ye û tenê ji bo dirêjkirina agirbestê ye. Trump her wiha pêşbînî kir ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ji kar dûr bikeve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 21ê Hezîrana 2026an bi rêya daxuyaniyên li ser hesabê xwe yê "Truth Social" û hevpeyvîna bi kanala "Fox News" re, derbarê gelek mijarên navdewletî de peyam dan.

"Lihevkirina bi Îranê re, ne peymana dawî ye"

Donald Trump bal kişand ser Belgenameya Lihevkirinê ya bi Îranê re û diyar kir, ev tenê ji bo dirêjkirina dema agirbestê ye û hîn ew negihîştine rêkeftineke daimî. 

Trump hişyariyeke tund da Tehranê ku destê xwe ji çalakiyên "birîkarên xwe" yên li Lubnanê bikşîne û got: "Heke Îran pabend nebe, em ê careke din derbeyên pir giran lê bidin, mîna ya hefteya borî lê vê carê dê pir tundtir be."

Trump her wiha aşkere kir, wî bi rayedarên Îranê re axivî ye û hişyarî daye wan ku bi ti awayî Tengava Hurmizê negirin: "Heke Serokê Îranê li ser dewlemendkirina uranyumê berdewam be, bila baş hay ji peyvên xwe hebe, nexwe em ê dest bi ser hemû welatê wî de bigirin."

Pêşbîniya destvekişandina Keir Starmer

Li ser asta Ewropayê, Trump amaje bi wê kir ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dê ji destê xwe ji kar bikişîne. Trump got ku Starmer di du mijarên sereke de, anku di mijara "koçberiyê" û kerta "enerjiyê" de tûşî şikestinê bûye. Tevî rexneyên xwe, Trump di dawiya peyama xwe de ji bo Starmer nivîsî: "Ez hêviya serkeftinê ji bo te dixwazim."

Dosyaya Hizbulahê û rexne li Îsraîlê

Derbarê rewşa Sûriye û Libnanê de, Serokê Amerîkayê aşkere kir ku îdareya wî nêzîk bûye ku "dosyaya Hizbullahê" radestî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bike, da ku Şera karibe herêmê kontrol bike.

Ji aliyê din ve, Trump nerazîbûna xwe li ser awayê şerê Îsraîlê yê li Libnanê nîşan da û got: "Ez ji Îsraîlê bêhêvî me, ji ber ku ew bêyî wêrankirina avahî û binesaziyan, nikarin ti encaman bi dest bixin."