Şêwekar Heme Haşim pêşangeha "Rûyên Piştî Şer" li Romanyayê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarê Kurd Heme Haşim li welatê Romanyayê pêşangeheke nû ya bi navê "Rûyên Piştî Şer" vekir. Pêşangeh li Galeriya Hunerî ya Reperage ya li Keleha Oradeayê hat lidarxistin û dê du mehan ji bo hunerhezan vekirî bimîne.
Şêwekar Heme Haşim di vê pêşangehê de 50 berhemên xwe yên cuda nîşan dide ku hemû ji Kurdistanê birine Romanyayê. Di nav berheman de tabloyên pir mezin hene ku dirêjahiya hinek ji wan digihîje sê metreyan.
Heme Haşim derbarê felsefeya pêşangeha xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Di pêşangeha min de 'bîr, kevir û dîrok' sê stûnên bingehîn in. Ev ji bo min ne tenê hêmanên hunerî ne, lê belê belgeyên bêdeng ên çîrokên mirovahiyê ne; çîrokên êş, berxwedan û berdewamiyê ne."
Haşim bal kişand ser giringiya hunerê wekî pireke di navbera çandan de û wiha berdewam kir: "Huner ne tenê reng û şêwe ye, lê belê diyalogeke berdewam a di navbera çand û mirovan de ye. Ez bawer dikim ku huner hêza herî mezin a mirov e li hemberî zilm û zordariyê. Her karekî hunerî yê ku ji êş û hêviyê çêdibe, parçeyek e ji parastina azadî û wijdanê mirovahiyê."
Heme Haşim kî ye?
Heme Haşim nivîskar û şêwekarekî Kurd e û di heman demê de karmendê Kurdistan24ê ye. Ew di sala 1973an de li bajarê Koyê ji dayik bûye û Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye. Haşim heta niha 15 pêşangehên taybet li welatên wekî Kurdistan, Fransa, Almanya, Polanda, Hindistan, Amerîka, Misir, Îran û Tirkiyeyê vekirine.
Her wiha Haşim di zêdetirî 150 pêşangehên hevbeş de cih girtiye û 6 pirtûkên hunerî li ser jiyan û hunera hunermendên mezin ên wekî Van Gogh, Rodin û Michelangelo nivîsandine.