Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşê ya Herêmê girtina heft terorîstên daxwazkirî yên DAÎŞê li bajêrê Silêmaniyê û derdora wê ragihand û eşkere kir ku piştî desteserkirina wan, ew hemî radestî aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal hatine kirin.

Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê îro Sêşemê, 18î Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku li ser bingeha agahiyên hewalgirî, wan karî heft terorîstên DAÎŞê yên daxwazkirî yên dadgehên Iraqê bi madeya 4ê ya têrorê desteser bikin, ku li bajarê Silêmaniyê û derdora wê xwe heşar dabû.

Her wiha di wê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku ew daxwazkirî di dema borî de çekdarên koma terorîstî ya DAÎŞê bûn. Behsa wê yekê jî kiriye ku îro ew terorîst li gorî taybetmendiya cihê tawanê ji bo temamkirina rêkarên lêkolînê radestî aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal hatine kirin.