Bi fermana Serokê Hikûmetê çend lijne bo lêkolîna rûdanan hatin pêkanîn

Heval Ebûbekir
Heval Ebûbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo lêkolînkirina sedemên bûyerên agirberbûnê yên Silêmaniyê çend lijne hatine pêkanîn, herwesa tekez jî kir ku peywendiya telefonî ya Serokwezîr pêngaveke pir baş û pêdivî bû.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên duhî û îro yên agirberbûnê yên Silêmaniyê bi rêya telefonê peywendî bi wan kiriye, hevxemiya xwe diyar kiriye û hêviya çarebûna zû ji bo birîndaran xwestiye. Her wiha da zanîn jî ku wan agahî û şîroveyên temam li ser wê bûyerê dane Serokwezîr.

Parêzgarê Silêmaniyê destnîşan jî kir ku bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend lijne hatine avakirin û got: "Peywendiya telefonî ya Serokwezîr destpêşxeriyeke gelekî baş û pêdivî bû, bi taybetî di vê rewşa xetimînê ya li Herêma Kurdistanê de."

Li ser sedemên bûyeran û pêngavên paşerojê, Heval Ebûbekir eşkere kir: "Me ji Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku lêkolîneke hûr di bûyeran de bê kirin û me tekez kir ku divê bi her awayî rê li hawardekirina benzîna kêmkalitî bê girtin."

Parêzgarê Silêmaniyê piştrastî da ku di wê bûyerê de ti zirarên canî çê nebûne û tîmên Berevaniya Şaristanî kariye wî agirî bi lez kontrol bikin. Her wiha bal kişand ser wê yekê jî ku heta niha agahiyên temam li ser sedema agirberbûnê li ber dest nînin û tîmên Berevaniya Şaristanî mijûlî zelalkirina sedeman in.