Li Şamê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, teqînek di hundirê kafeteryayekê de rû da. Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê,  teqîn li Kolana El-Nesir a li navenda Şamê, li nêzîkî Qesra Dadê di hundirê kafeteryayekê de pêk hatiye.

Piştî teqînê, tîmên ambûlansê, Berevaniya Sivîl û hêzên ewlehiyê bi lez gihîştin cihê bûyerê. Hêzên ewlehiyê derdora kafeteryayê dorpêç kirin û rêyên derdorê li ber çûnûhatinê girtin. 

Li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber teqînê hejmarek kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên din jî birîndar bûne; birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Heta niha derbarê sedema teqînê û hejmara qurbaniyan de ji aliyê rayedarên fermî ve daxuyaniyek nehatiye belavkirin.