Li Selahedînê bi dehan berpirs ji ber gendeliyê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya operasyona li dijî gendelkaran de, Rêveberê Tenduristiyê yê parêzgeha Selahedînê û dehan berpirsên din hatin girtin, her wiha 4 milyon dolar li xaleke kontrolê hatin desteserkirin.
Jêderekî ji Encûmena Parêzgeha Selahedînê ji Kurdistan24ê re ragihand, hêzên ewlehiyê û Desteya Destpakiyê çavdêriya xwe li ser dosyayên berpirsên herêmê tund kirine û operasyoneke berfireh dane destpêkirin.
Diyar kir, di du rojên borî de Rêveberê Tenduristiya Selahedînê tevî zêdetirî 10 karmendan bi tohmeta gendeliyê hatine girtin. Di heman demê de, li xaleke kontrolê ya parêzgehê, hêzên ewlehiyê dest danîn ser 4 milyon dolaran .
Ev pêngavên dawî piştî girtina Alîkarê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî, ku wekî "Nehengê Petrolê" tê naskirin, dest pê kirin. Cumeylî di dema lêpirsînê de, navên dehan berpirsên pilebilind ên parêzgehê, di nav de parêzgarê berê yê Selahedînê û çend parlamenter aşkere kirine. Li ser bingeha van mikurhatinan, fermanên girtinê ji bo wan kesan hatine derxistin.
Niştecîhên Selahedînê piştgiriyê didin vê operasyonê û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dikin ku operasyon hîn berfirehtir bibe. Welatî balê dikişînin ser cudahiya jiyanê û dibêjin: "Nayê qebûlkirin ku karkerekî vî bajarî rojê tenê 10 hezar dînar qezanc bike, lê berpirs û parlamenterên gendelkar rojane bi hezaran dolaran talan bikin." Herwiha daxwaz dikin ku "deriyê gendeliyê" bi temamî were girtin û hemû talanker werin cezakirin.