Ava Sûsê li nav Sûra dîrokî hebûna xwe diparêze

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê pileyên germe her ku diçe zêde dibin û welatî jî ji bo hênikbûnê ava sûsê vedixwin. Bi salane ava sûsê wek hêmanek çanda kurdan lê hatiye ku kesên bi salane debara xwe bi firotina ava sûsê dikin hene. Nivîskar û lêkoler dibêjin, ava sûsê kolaya kurdan e ku ava sûsê bûye wek remzeke çandî ya navçeya Sûra Diyarbekirê.

Bi germbûna hewayê re welatî li rêbazên hênikbûnê digerin ku li Diyarbekirê yek ji van rêbazan jî ava sûsê ye. Ava Sûsê ya cemidî di rojên yên Diyarbekirê de dilê mirovan hênik dike. Ava Sûsê ji nebata sûsê tê bidestxistin û bi salan e li nava Sûra Diyarbekirê tê firotin. Kesên ku firotina ava sûsê dikin dibêjin, ava sûsê di heman demê de derman e. Ava Sûsê ya ku li ser stran jî hatine çêkirin li nav Sûra dîrokî ya Diyarbekirê bi salan e hebûna xwe diparêze.

Firoşkarê ava sûsê Xal Keko got: “39 sal in ez vî karî dikim, Ava Sûsê derman e, bo gurçikan baş e, bo cigerê baş e, bo mîdê baş e, Ava Sûsê ji vê kokê çêdibe, weke çayê tê demkirin, ez demjimêr 12ê dest bi kar dikim heta 12ê şeve.”

Welatîyên ku ji Ava Sûsê gelek hes dikin û bi salane vedixwin hene û lêkoler û nivîskar jî dibêjin Ava Sûsê di nava çand û dîroka Diyarbekirê de bi taybetî jî li nava Sûrê xwedî ciheke taybet ku nava Sûrê gelek tişt hatine guherîn û ji holê rabûnê lê tişta mayî xwe ew e ku firotina Ava Sûsê wek xwe maye û neguheriye.

Welatî Mihemed Elî: “Hewa germ e, ez jî hatim ava Sûsê vexwim, dilê mirovan pê hênik dibe, Ava Sûsê ji bav û kalen me ve heye, ji berê de tê çêkirin.”

Lêkoler û nivîskar Muharrem Erbay: “Ava Sûsê bûye wek remzeke mezin a Diyarbekirê, ez 6-7 salî bûm li vê derê Ava Sûsê dihat firotin, Ava Sûsê wek Kolaya Kurdan jî tê pênasekirin.”

Ava Sûsê li Sûra Diyarbekirê bi 2 taybatmendiyên xwe derdikeve pêş, yek ew e ku wek remzeke çandî lê hatiye û wek kevneşopiyekê tê vexwarin û heman demê de bo hênikbûn û şefayê jî tê vexwarin.