Li Tirkiyeyê her ku diçe debar bizehmettir dibe
Diyarbekir (K24) - Li Tirkiyeyê sînorê birçînê bo malbatek 4 kesî bû 37 hezar û 801 lîre, ku esnaf jî û welatî jî ji bihabûnê bigilî ne. Esnaf dibêjin ku welatî nikarin wek berê danûstandinan bikin û ev yek rasterast bandorê li bazarê dike û welatî jî balê dikêşin ser wê yekê ku dahata wan têra debara wan nake û her ku diçe rewş xiraptir dibe, welatî dibêjin ku divê dewlet dahat û lêçûnên welatiyan berçav bigire û li gorî vê yekê jî mûçeyan baş bike.
Li gorî datayên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, sînorê birçîbûn û xîzaniyê careke din guherî û girêdayî zamên tên kirin û bilindbûna helawsanê rewşa darayî ya welatiyan bizehmettir dibe. Li gorî datayên hatine ragihandin, li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê bo malbatek 4 kesî gihiştiye 37 hezar û 801 lîreyî û sînorê xîzaniyê jî ji bo malbatek 4 kesî gihiştiye 123 hezar û 130 lîreyî. Dema rewş wisa be jî bazar bandorek neyînî dibîne û esnaf didin zanîn ku welatî nikarin wek berê danûstandinan bikin.
Adil Aydin ê Esnaf di vî warî de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berê kesên ku dihatin 5 kîlo penêr distandindin niha têne 1 kîlo an jî nîv kîlo distînin, vê sibê bikirek hat bihayê 30 lîreyî penêr û zeytîn xwest ku rewş evqasî xirap e.”
Welatî jî li ser bihabûn û zamên tên kirin de dibêjin ku zam tê ser pêdiviyên sereke yên wek av, kehrebe, sotemenî û xurekan û divê ev yek li ber çav were girtin û li gorî rewşa bazarê mûçe jî werin başkirin, daku bikaribin ji bin barê debarê derbikevin.
Welatiyeka bi navê Fatma Demîr di vî warî de got: “Perê min tine ye ku biçim bazarê, tiştên tên avêtinê an jî marketan de tiştên perçiqandî tînim didim zarokên xwe, karek nakim.” Welatiyê bi navê Şehmûs Komur jî dibêje: “Ti kes nikare bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bike, ku em 6 kes in, 2 kes kar dikin dahata me bi zehmetî têra me dike.”
Welatiyê bi navê Menaf Eren jî got: “Li Diyarbekir debar zehmet e, ez di marketê de kar dikim, bi zehmetî debara min dibe.” Welatiya bi navê Hesîbe Damar jî got: “Me berê mewîji didan hev û me difirotin, niha nirxê pere jî nemaye, niha û berê ne wek hev e.”
Di serê sala 2026ê de sînorê birçîbûnê 31 hezar lîre bû û niha girêdayî zamên li bazarê hatîn kirin gihiştiye 37 hezar lîreyî, lê li gel vê yekê zam nehatiye ser mûçeyê kêmtirîn û ev yek dibe sedem ku hêza danûstandinan a welatiyan dakeve.