Li New Yorkê 10. Festîvala Fîlmên Kurdî bi sponsoriya K24ê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê New Yorkê yê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê mêvandariya Gera 10ê ya Festîvala Fîlmên Kurdî dike, ku bi sponsoriya meydiayî ya Kurdistan24ê birêve diçe; di nav 300 fîlmên pêşkêşkirî ji seranserê Kurdistanê û diyasporayê de, 30 fîlm hatine hilbijartin daku di dema 6 rojan de bo bîneran bên pêşkêşkirin.
Damezrînera Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê Xeyal Qertal ji Kurdistan24ê re ragihand: "Sedema birêvebirina vê festîvalê rasterast girêdayî nasnameya Kurdî ve. Em ji dergûşa şaristaniyê li Rojhilata Navîn hatine û wekî yek ji kevintirîn neteweyên wê deverê, me gelek çîrok ji bo vegêrnê hene."
Li tenişta nîşandana fîlman, govend, liberkirina kincên Kurdî, stran û muzîka resen a Kurdî reng û coşeka taybet daye festîvalê. Tevlîbûyîyan ji Kurdistanê û welatên cihêreng ên cîhanê serdana New Yorkê kiriye, daku piştevaniya sînemaya Kurdî bikin.
Peyma, ku tevlîbûyîyeka festîvalê ye, dibêje: "Ez ji Avustralyayê hatime New Yorkê, ji bo piştevankirina fîlmên Kurdî. Bi dîtina min piştevankirina sînemaya Kurdî rêyeka gelek baş e ji bo diyarkirin û nasandina neteweya me bi cîhanê."
Tomy, ku welatiyekî Amerîkayî ye û bi kincên Kurdî tevlî festîvalê bûye, amaje da: "Di dema geştkirina xwe de, ez hinekê ligel Kurdan nas bûm û di havînê de dema 3 heta 4 mehan min ligel wan derbaz kirin. Ez gelek kêfxweş im ku li vê derê me, ji ber ku Kurd li ba min gelek ezîz in."
Herwesa vê festîvalê derfeteka giring bo derhêneran jî peyda kiriye; di vî warî de derhênera Kurd Medîha Îbrahîm ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji ber tevlîbûna min di vê festîvalê de, gelek kes ji seranserê cîhanê bûn bînerên fîlmê min."
Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê wekî yek ji bûyerên çandî û hunerî yên diyar ên Kurdan li diyasporayê tê hejmartin, ku her sal bi destpêşxeriya rêkxistinker û resenperwerên Kurd birêve diçe. Armanca vê festîvalê ew e ku bi rêya hunerê sînemayê pira peywendiyê di navbera çanda Kurdî û cîhana Rojavayî de çê bike û platformekê bo derhêner û hunermendên Kurd dabîn bike, daku pirsgirêk, dîrok û ezmûnên mirovî yên gelê Kurd bo bînerên biyanî bidin nasandin.