Rêber Ehmed û Qasim Ebûdî mijara ewlehiya sînoran gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê li Bexdayê civiyan. Di hevdîtinê de giranî hate dayîn ser ewlehiya sînoran û mîkanîzma cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya bi Îranê re.
Şandeke pilebilind a ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, îro Duşemê (06.07.2026), li Bexdayê bi Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê Qasim Ebûdî re civiya. Di hevdîtinê de rewşa giştî ya ewlehiya welat û ew astengiyên ku li navçeyê rûbirûyî saziyan dibin, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyan, tewereke sereke ya civînê xurtkirina hevkariya di navbera saziyên ewlehiyê yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Her du aliyan tekez kirin, ji bo parastina aramiya welat û rûbirûbûna metirsiyan, pêdivî bi hevahengiyeke xurtir heye.
Di civînê de mîkanîzm û rêyên cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê de bi hûrî hatin nirxandin. Her du aliyan pabendbûna xwe bi hemû bendên rêkeftinê diyar kirin, nexasim di mijara parastina sînorên hevbeş de.
Her wiha hate destnîşankirin ku divê rê li ber her cûre binpêkirinên ewlehiyê were girtin, da ku bandoreke nerênî li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê çênebe.