Neynewa: Rêjeyeka zêde ya genimê cotkaran li sayloyan nehatiye wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Neynewayê, ku wekî "selika xwarinê" ya Iraqê tê naskirin, îsal ku saleka bixêr, têrbaran û bibereket, xwedî berhemekî zêde yê genim e. Lê cotkarên deverê ji ber rênimayiyên nû yên hikûmetê gelek bêzar û nîgeran in; ji ber ku dezgehên peywendîdar tenê rêjeyeka kêm ji genimê wan wergirtiye.

Komên genim li ser erdî mîna zêr xuyane û dibiriqin, lê piştî keda salekê dilê cotkaran li ser berhemê wan sar bûye. Ev nêzîkî heyvekê ye ku hatiye dirûtin lê ne saylo genimê wan werdigirin û ne jî li bazarê tê firotin.

"Ji her donemekê tenê 57 kîloyan werdigirin"

Cotkarê bi navê Eyad Ehmed li ser vê pirsgirêkê giliyên xwe gihandin K24ê û got: "Tenê soz in û nayên bicihanîn. Biryar daye ku ji her donemekê tenê 57 kîloyan werbigirin, di demekê de ku berhemê rasterast ê her donemekê bêtirî tonekê (1000 kîlo) ye. Ev zêdebari xerciyên giran ên cotkirinê, derman û tovan e, û cotkar ketine bin deynan."

Cotkarekî din ê bi navê Eydan Mensûr rûbirûbûna xwe ya ligel vê rewşa dijwar wiha diyar kir: "Ev zêdetirî 25 rojan e ku me genimê xwe dirûtiye û di bin vê tava rojê de hiştiye. Ma em dê çi bikin? Mixabin ev berhem bi xwe zêr e, xêr û bereketa jiyanê ye lê kes pirsiyara halê me nake."

Encûmena Parêzgehê: "Ev biryar pareke gendeliyê ye"

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Parêzgeha Neynewayê wê biryara Wezareta Bazarganiyê ya Hikûmeta Federal bo wergirtina rêjeyeka kêm a genimî bi tundî rexne dike û wekî neheqiyeka mezin dibîne.

Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Hirês di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand: "Ew zilma mezin a ku li dijî cotkaran tê kirin û newergirtina berhemê wan pareke gendeliyê ye. Em wekî encûmen dê bi her awayî piştgiriyê bidin daxwazên rewa yên cotkaran."

Biryara Bexdayê û bandora wê ya xirab

Li gorî biryara Encûmena Wezîran a Federal, biryar bû bo her donemekê 300 kîloyên genim li dervayî planê bi bihayê 500 hezar dînaran bo her tonekê bên hejmartin. Lê li parêzgeha Neynewayê, ji nav berhemê 3 milyon donemên çandî, biryar e tenê 180 hezar ton bên wergirtin; ji ber vê yekê, vê biryarê bandoreka pir xirab û zirarên mezin ên madî gihandine cotkarên parêzgeha Neynewayê.