Rêbîn Zengene: Berhemanîna petrolê dest pê kiriye û nirxê benzînê bêtir dadikeve

Rêbîn Zengene
Rêbîn Zengene

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ragihand ku pêvajoya berhemandina petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Aşkere jî kir ku nirxê benzînê zêdetir ber bi daketinê ve diçe û plana belavkirina petrola spî jî amade ye.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbîn Zengene tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û ragihand: "Karkirina li nav zeviyên berhemandina petrolê dest pê kiriye û pêvajo bi awayekî pir baş bi rê ve diçe."

Rêbîn Zengene bal kişand ser wê yekê jî ku rawestandina petrola Herêma Kurdistanê zirareka mezin gihandiye aboriya Îraqê, lê niha Herêma Kurdistanê wekî "rizgarkerekî baş" bo kerta enerjiyê ya Îraqê derdikeve pêş.

Nirxê benzîna normal dadikeve di bin 1000 dînaran de

Di derheqa nirxê sotemeniyê de, Rêveberê Giştî yê Dîwanê got: "Giranbûna nirxê benzînê tenê Herêma Kurdistanê venegirtiye, belkî ev arêşeyeka giştgir e. Lê ji ber rêkarên wezaretê, nirxê benzîna normal bo di bin 1000 dînarên Îraqî de daketiye û em pêşbînî dikin ku hîn bêtir jî dakeve."

Herwesa ron jî kir ku pêdivîtiya Herêma Kurdistanê rojane bi 6 milyon lîtreyên benzînê heye. Bo vê armancê jî, hikûmetê hêsankariyên tam bo kompaniyên taybet kirine daku benzînê hawirde bikin û hawirdekirina benzîna bi kalitiya bilind pêdivîtî bi destûrê nîne, lê her benzînxaneyeka ku pabendî rênimayiyan nebe, dê bê cezakirin.

Zêdebûna hejmara timbêlan û benzîn bo geştiyaran

Di pişkeka din a daxuyaniya xwe de, navborî aşkere kir ku hejmara timbêlan li Herêma Kurdistanê gehiştiye 2 milyon û 900 hezar timbêlan. Tenê ji sala 2023ê heta niha, 600 hezar timbêl zêde bûne. Herwesa rojane nêzîkî 13 hezar timbêlên geştiyaran tên Hewlêrê, ku rojane 750 hezar lîtreyên benzînê tenê bo timbêlên geştiyaran bên belavkirin.

Belavkirina petrola spî di destpêka Îlonê de

Rêbîn Zengene aşkere jî kir ku ji destpêka meha Îlonê ve dê dest bi belavkirina petrola spî li ser welatiyan bê kirin û got: "Di tu kabîneyekê de wekî Kabîneya Nehê petrola spî bo welatiyan nehatiye dabînkirin."

Herwesa rexne li Bexdayê jî girt ku wekî pêdivî pabendî şandina pişka petrola spî ya Herêma Kurdistanê nîne. Di derheqa gaza malan de jî, Rêbîn Zengene piştrastî da welatiyan ku hejmara pêdivî li ber dest e û tu arêşeyek nîne.