Li nêzîkî cihê mayîna Serokê Fransayê li Şamê çend teqîn çê bûn

Dmenekê wê teqînê
Dmenekê wê teqînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî wê hotêla ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Şama paytexta Sûriyeyê tê de dima, çend teqîn çê bûn û di encamê de birîndar hene. Koçka Elysee piştrast kir ku Emmanuel Macron û tevaya şanda pê re bisilamet in.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Sûriyeyê Enwer Evdilletîf got ku, vê sibehê (Sêşem, 7ê Tîrmeha 2026ê) çend bombeyên çandî li nêzîkî wê hotêla Şamê ya ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron şeva borî tê de mabû teqiyan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê jî ku ew hotêl dikeve nêzîkî bingeha Wezareta Geştyariyê ya Sûriyeyê û şeva borî Serokê Fransayê tê de mabû.

Li gorî zanyarên taybet ên Kurdistan24ê, 15 deqîqeyan beriya wan teqînan, Macron û şanda pê re ji wê hotêlê derketine. Di encama wan teqînan de çend kesên birîndar bûne.

Koçka Elysee: Macron û şanda wî bisilamet in

Koçka Serokatiya Fransayê (Elysee) di daxuyaniyeka bilez de piştrast kir ku Emmanuel Macron û tevaya şanda pê re bisilamet in û wan dengê tu teqînekê nebihîstiye.

Ev jî di demekê de ye ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) bi serdaneka fermî û dîrokî gihîştibû Şamê. Ev serdana yekê ya serokekê welatekî mezin ê Rojavayî ye bo Sûriyeyê, piştî ku Ehmed Şera di dawiya sala 2024ê de – piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed – desthilat wergirtibû.