Serokê Fransayê bi serdaneke dîrokî gihîşt Şamê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê ji bo serdaneka fermî gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê. Ev serdana yekê ya fermî ya serokekî welatekî Rojavayê Ewropayê ye piştî guhertinên sala 2024ê û hilweşîna rejîma berê, ku armanca wê destpêkirina qonaxeka nû ye di peywendiyên her du aliyan de.
Ajansa France Pressê (AFP) îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi geşteka dîrokî gihîşt Şamê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ve hat pêşwazîkirin. Ev serdana yekê ya serokekê dewleteka Rojavayê Ewropayê ye bo Sûriyeyê, piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di dawiya sala 2024ê de.
Piştgiriya Parîsê bo Sûriyeyeka azad
Koşka Elysee beriya gihîştina Macron ragihand ku, Serokê Fransayê – ku biryar e roja Sêşemê ji Sûriyeyê derkeve – dê tekezê li ser piştgiriya Parîsê bo pêşxistina Sûriyeyeka azad, piralî û rêzgirtina li hemî pêkhateyan bike, herwesa teşwîqkirina Şamê daku roleka erênî di kêmkirina girjiyên Rojhilata Navîn de bilîze.
Emmanuel Macron piştî gihîştina xwe, peyameka kurt li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê belav kir û tê de nivîsî: "Ez hatime vir daku tekezê li ser pabendbûna tund a Fransayê li hember gelê Sûriyeyê bikim. Em dê kar bikin ji bo misogerkirina Sûriyeyeka serwer, yekgirtî di nav hemî piralîbûna xwe de, û aştîxwaz ligel hemî cîranên xwe."
Serokê Fransayê geşbîniya xwe bo paşeroja peywendiyên navbera her du welatan nîşan da û got: "Werin em bi hev re rûpeleka nû ya tije aramî û aştî di dîroka deverê de vekin."
Serdana yekê piştî 17 salan
Ev serdana yekê fermî ya serokekî Fransayê ye, piştî serdana Nicolas Sarkozy ya di sala 2009ê de, beriya ku rejîma berê xwenîşandanên demokratîk ên sala 2011ê serkut bike, ku di encamê de şerekî navxweyî yê giran derket û bû sedema kuştina bêtirî nîv milyon kesan û wêranbûna jêrxaneya wî welatî.
Ehmed Şerî, piştî ku di dawiya sala 2024ê de bû Serokê Sûriyeyê, bizavên xwe ji bo asayîkirina peywendiyên dîplomatîk û vejandina pêgeha navdewletî ya Sûriyeyê zêde kirine.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî ev serdana Macron wekî "pêngaveka çarenivîssaz di pêvajoya vegerandina pêgeha navdewletî ya Sûriyeyê" de wesif kir, û ragihand ku peywendiyên Sûriye û Fransayê derbaz dibin qonaxeka nû li ser bingeha rêzgirtina dualî û hevpariya hevseng.