Nûrî Malikî û Fraksiyona PDKê pirsa hevsengiya siyasî nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li Bexdayê pêşwaziya şandeka fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamena Iraqê kir. Di wê civînê de pêşxistina diyaloga nîştimanî, piştgiriya kempeyna hikûmetê ya li dijî gendeliyê û zêdekirina rola çavdêriyê ya parlamenê hatin nîqaşkirin.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî duhî (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) belav kir ku Malikî li Bexdayê pêşwaziya şandeka fermî ya Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamena Îraqê kiriye, ku bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran Ferhad Etrûşî bû. Di wê civînê de rûdanên herî dawiyê yên siyasî yên Îraqê û çend dosyeyên ji bo her du aliyan giring hatin nirxandin.

Diyaloga nîştimanî û çespandina aramiyê

Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan li ser giringiya bihêzkirina jihevtêgehiştin û diyaloga navbera hêzên siyasî li hev kir, bi armanca çespandina tenahiyê, piştgirîkirina saziyên dewletê û hevkariya ji bo derbazkirina astengiyan di çarçoveya destûr û qanûnê de.

Nivîsîngeha Malikî bal kişand ser wê yekê jî ku mijareka din a serekî ya hevdîtinê girêdayî nirxandina wan rêkarên ku Hikûmeta Federal di çarçoveya kempeyna rûbirûbûna gendeliyê de bi cih tîne. Nûrî Malikî pesna giringiya berdewambûna vê rêya qanûnî kir û tekez kir ku şerê li dijî gendeliyê nûnerîtiya kar di serpişkiya nîştimanî dike, pêdivîtiya wê bi yekgirtina hemî desthilat û saziyên dewletê heye.

Çalakkirina rola parlamenê

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê tekez li ser pêdivîtiya çalakkirina rola çavdêrî û qanûndananê ya Encûmena Nûnerên Îraqê kir, bi rêya çavdêrîkirina hûr li ser karên saziyên hikûmî û çespandina nirxên şefafiyet û lêpirsînê; bi awayekî ku bibe sedema parastina serweta giştî û bihêzkirina baweriya welatiyan bi saziyên fermî.

Li dawiyê jî, her du aliyan li ser berdewambûna hevahengî û peywendiya nêzîk a navbera hêzên siyasî li hev kir, ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên nîştimanî û zêdekirina fersendên avakirin û pêşxistinê li Îraqê.