Qaymeqamê Helebceyê: Bizavên me bo pêşxistina Deriyê Şûşmê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Helebceyê aşkere kir ku ew bo çareserkirina arêşeya qutbûna xeta înternetê li Deriyê Sînorî yê Şûşmê kar dikin û bizavên wan berdewam in, daku asta lihevguhertina bazirganiyê li wî derîyî bê bilindkirin.
Qaymeqamê Helebceyê Simko Salar di kongreyeka rojnamevaniyê de bal kişand ser wan arêşeyên ku li Deriyê Sînorî yê Şûşmê rûbirûyî welatiyan dibin û ragehand: "Xala me ya yekê li ser wan arêşeyan e yên ku bi taybetî li Deriyê Şûşmê di warê qutbûna xeta înternetê de hene.”
Qaymeqamê Helebceyê herwesa ragehand: “Rojane gelek gilî û gazin digihîjin me, ku welatiyên me ji ber xavî an jî carna karnekirina înternetê, di hatin û çûnê de tûşî astengiyan dibin."
Di derheqa pêşxistina aborî ya deriyê navborî de, Qaymeqamê Helebceyê da zanîn ku plana wan heye Deriyê Şûşmê-Tewêleyê ji deriyekî neserekî pêş bixin û got: "Em dixwazin hejmareka lihevguhertinên nû yên bazirganiyê li vî derîyî bê kirin, ji ber ku hin pêşhatên nû hatine pêş. Aliyên peywendîdar jî li ser vê mijarê israrê dikin in û pêşniyar kiriye ku giringiyeka zêdetir bi vî warî bê dan."
Simko Salar tekez jî kir ku bizavên wan bo baştirkirina xizmetkariyan dê berdewam bin û ragehand: "Em dê peywendî û serdanên xwe berdewam bikin, pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatiyan."