Supaya Pasdaran: 85 pêgehên serbazî yên Amerîkayê li navçeyê hatin armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrişên giran ên Amerîkayê yên li ser Îranê, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan wekî bersiv 85 pêgehên serbazî yên Amerîkayê li welatên Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine.

Supaya Pasdaran a Îranê îro 8ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, ev êrişên wan "bersivek e ji bo binpêkirina agirbestê ji aliyê Amerîkayê ve." Ev pêngava Îranê tenê çend saetan piştî wê yekê hat, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû, wan li hundirê Îranê zêdetirî 80 armancên serbazî jinav birine. 

CENTCOMê pêştir ragihandibû, wan li bajarê Sîrîk û Girava Qişmê ya stratejîk, sîstema parastina asmanî, navendên raderan û zêdetirî 60 belemên ser bi Pasdaran ve rûxandine. 

Washingtonê ev êriş wekî "sizakirina Tehranê" pênase kir, ji ber ku Îranê di destpêka vê hefteyê de êrişî sê keştiyên bazirganî, tankera Giravên Marshall, keştiya "Wedyan" a Siûdî û "Cypress Prosperity" ya Lîberyayê kiribû.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê hişyariyeke tund da û ragihand ku ew ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, dê her gava pêwîst li dijî Amerîkayê bavêjin. Li gorî Medyaya Îranê jî, hêzên wan karîne droneke Amerîkî ya ji cureyê MQ-9 li başûrê welat bixin xwarê û çend keştiyên şer ên Amerîkayê jî bi mûşekan bikin armanc.

Amerîka tekez dike ku Îranê bi armanckirina keştiyên sivîl û bazirganî yên li avên navdewletî, azadiya hatûçûna deryayî û rêkeftinên agirbestê bi giranî binpê kirine. CENTCOM dibêje, Îran "gefeke berdewam e" li ser bazirganiya cîhanî. L

Li aliyê din, Tehran Washingtonê tawanbar dike ku "bi niyeteke xirab" agirbestê binpê dike û bi hincetên cuda êrişî serweriya axa Îranê dike.