Zekî Akkoç: Bêyî çareseriya pirsa Kurdan, Tirkiye nabe hêzeke mezin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera AK Partiyê ya Diyarbekirê Suna Kepolu di derheqa Pêvajoya Çareseriyê ya pirsa kurdan de geşbîniya xwe diyar kir û ragehand ku ti caran veger ji vê pêvajoyê nîne. Hevdem şîrovekarên siyasî jî balê dikêşin ser wê yekê ku çareserkirina vê pirsê dê prestîja navdewletî ya Tirkiyeyê pir bilind bike.

Di merasîma destpêkirina karî ya Serokê nû yê AK Partiyê yê şaxa Diyarbekirê Hamît Sumer de, peyamên giring ên tije hêvî bo serkeftina pêvajoya aştiyê hatin dayîn. Sumer ku bi şalgerdana Amedsporê dest bi karê xwe kir, tekez kir ku ew nirxê vê pêvajoyê baş dizane û dê bo serkeftina wê bixebite.

"Beriya betlaneya parlamentoyê, qanûn dê derkeve"

Parlamentera AK Partiyê ya Diyarbekirê Suna Kepolu di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragehand ku pêngavên qanûnî di rê de ne û got: "Ez bibawer im ku biratiya Kurd û Tirkan dê pêk were û dê di pêvajoyê de jî paşve gav neyên avêtin. Beriya parlamento bikeve betlaneyê jî dê çarçoveya qanûnî derbikeve. Divê hemî partiyên siyasî piştgiriyê bidin vê qanûnê, ji ber ku ev mijar mijareka di ser her siyasetekê re ye."

"Zilm li Kurdan bê kirin, aramî bo kesî namîne"

Ji aliyê xwe ve, çavdêr û şîrovekarên siyasî pêşbînî dikin ku AK Partî di qonaxa pêş de dê giraniyeka zêdetir bide vê dosyeyî, bi taybetî di demekê de ku pêgeha Tirkiyeyê li ser asta navneteweyî tê nîqaşkirin.

Çavdêrê Siyasî Zekî Akkoç nêrîna xwe li ser vê mijarê wiha anî ziman: "Mafê Tirkan di fermiyetê de çi be, bila mafê Kurdan jî ew be. Heger Tirk xwedî aqil bin û dibêjin em hêzeke navneteweyî ne, bila vê pirsê çareser bikin. Divê her kes baş bizane ku hêzek zilmê li Kurdan bike û li ser piyan bimîne, êdî ne mumkun e."

Siyasetmedarên AK Partiyê li Diyarbekirê di derheqa çareseriya pirsa Kurdan de gelek geşbîn in; çavdêrên siyasî jî li ser vê ramanê yekpê ne ku çareseriya herdemî, her weha dê prestîja Enqereyê ya li qada navdewletî xurt bike û lezeke mezin bide pêşxistina aboriya Tirkiyeyê jî.