Bi fermana Mesrûr Barzanî bingehên çavdêriya bazarganiyê li deriyên sînorî tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê aşkere kir ku vekirina bingehên çavdêriya bazirganiyê li deriyên sînorî feydeyeke mezin bo bazirganan heye û ew bingeh gelek hêsankariyan ji wan re dikin.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamîl îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) bo Kurdistan24ê ragehand: "Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku li deriyên navdewletî bingehên çavdêriya bazirganiyê bên vekirin. Di vê çarçoveyê de jî, sala borî li Deriyê Îbrahîm Xelîl bingeheke hat vekirin û îsal jî li Deriyê Perwîzxanê tê vekirin."
Kêmkirina rotîn û xericiyan
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê amaje bi wê yekê jî kir ku armanc ji vekirina van bingenan hêsankirina karûbarên bazirganan e. Li şûna ku bazirgan bo wergirtina destûriya bazirganiyê qesta Hewlêrê bikin, dikarin rasterast li wê bingehê destûriyên xwe werbigirin; ku hemî hêsankariyek bo wan hatiye kirin û ev pêngav dibe sedema kêmkirina rotîn û xerciyan.
Newzad Şêx Kamîl behsa feydeyên vê pêngavê bo bazirganan kir û ragehand: "Ev yek dibe sedema zêdebûna liv û tevgera bazirganiyê û qezenceke mezin digihîne deverê."
"Îro destûriya yekê hat dayîn"
Navborî da zanîn jî ku pêştir her bazirganekî li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bixwesta destûrî biwergirta, neçar bû ku serdana Rêveberiya Giştî ya Bazirganiyê bikira, lê niha her di nav wî derîyî de destûriya xwe werdigire û karên xwe birêve dibe. Newzad Şêx Kamîl got: "Îro destûriya yekê hat wergirtin û karûbarên wê hatin birêvebirin."
Li Herêma Kurdistanê şeş deriyên sînorî yên navdewletî yên serekî hene, ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve bi rengekê fermî îtîraf bi wan hatiye kirin.