Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê: Divê dewleta Sûriyeyê navê 'Kobanî' bi fermî bipejirîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Encumena Xwecihî ya Kobanî ya ser bi ENKSê ve tekez dike, navê "Kobanî" nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê ye û daxwaz kir ku ev nav di perwerde û hemû belgeyên fermî yên Sûriyeyê de bê qebûlkirin.
Encûmena Xwecihî ya Kobanî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), duh 8ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de tekezî li ser parastina navê dîrokî yê herêma Kobanî kir.
Xwecihiya Kobaniyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, navê "Kobanî" navê dîrokî û resen ê herêmê û gundewarên wê ye û got: "Ev nav beşekî bingehîn ê nasnameya dîrokî, çandî û niştimanî ya herêmê ye. Kobanî bi têkoşîna xelkê xwe û bi rola xwe ya di tevgera Sûriyeyê de, li ser asta navxweyî û navdewletî bûye navekî naskirî û cîgirkirî."
Xwecihiya Kobanî ji saziyên peywendîdar û bi taybetî ji Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê daxwaz kir ku navê "Kobanî" di hemû pirtûkê xwendinê, nivîs û belgeyên fermî de bê çespandin. Herwiha tekez kir, divê ev nav di hemû peywendî û dosyeyên fermî de wekî nîşana îradeya gelê herêmê bê bikaranîn.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Xwecihiya Kobaniyê bang li hemû hêzên siyasî, çalakvanên civakî û rêxistinên civaka sivîl kir ku piştgiriya vê daxwazê bikin. Herwiha diyar kir ku ev mijar "dozeke niştimanî" ye û peywendiya wê bi parastina nasnameyê ve heye, lewma divê ji her cure berjewendiyên partiyetî dûr bê girtin.
Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, rêzgirtina li navên dîrokî yên herêmên Sûriyeyê û çespandina wan di belgeyên fermî de, gaveke giring e ji bo çespandina prensîpên pirdengiyê û naskirina cihêrengiya çandî û neteweyî. Hat gotin jî, ev yek dê bibe bingehek ji bo avakirina dewleteke li ser bingeha welatîbûn û hevpariyê.