Trump gava yekem avêt: Sûriye ji lîsteya 'dewletên piştgirên terorê' derdikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî Kongress agahdar kir ku ew dixwaze navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştgirên terorê" derxîne. Ev pêngav wekî derfetekê ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê û vegera kompanyayên Amerîkî tê dîtin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kir, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, duh çarşemê nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye. Trump di nameya xwe de tekez kiriye ku wî bi fermî Kongressa Amerîkayê ji biryara xwe ya betalkirina navê Sûriyeyê ji lîsteya terorê agahdar kiriye.

Serok Trump aşkere kir, li gorî yasayan, piştî agahdarkirina Kongressê dê nirxandineke 45 rojî bê kirin û piştî wê biryar dibe ya dawî. Trump destnîşan kir, ev pêngav ji bo rakirina astengiyên li pêşiya jinûveavakirina Sûriyeyê hatiye avêtin û got: "Kompanyayên Amerîkî amade ne veberhênanê li Sûriyeyê bikin û beşdarî geşkirina aboriya welat bibin."

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Jim Risch, li ser platforma Xê ev biryar wekî "pêngaveke dîrokî" bi nav kir. Risch hêvî xwest ku ev pêngav bibe alîkar da ku gelê Sûriyeyê ji bandorên serdema çewsandina rejîma Esed rizgar bibe û aboriya welat geş bibe.

Ev geşedana girîng piştî hevdîtina Trump û Ehmed Şera ya li peravên Lûtkeya NATOyê ya li Tirkiyeyê hat. Ehmed Şera yê ku ji Berçileya 2024an ve desthilat girtiye destê xwe, hewl dide peywendiyên welatê xwe yên bi Amerîkayê re, ku di serdema rejîma Esed de hatibûn birîn, asayî bike û welat ji nû ve ava bike.