Rojavayê Ewropayê Hezîrana herî germ a dîrokê derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Zanyarên Yekîtiya Ewropayê ragihandin, meha Hezîrana borî, di dîroka Rojavayê Ewropayê de Hezîrana herî germ bûye. Ev germaya giran li gelek welatan bû sedema qutbûna elektrîkê û girtina dibistanan.
Dezgeha Çavdêriya Guherîna Keşûhewayê ya Kopernîkosê ya ser bi Yekîtiya Ewropayê (YE), îro 9ê Tîrmeha 2026an di rapora xwe ya mehane de aşkere kir, meha Hezîrana 2026an li ser asta cîhanê wekî "duyemîn Hezîrana herî germ a dîrokê" hat qeydkirin.
Li gorî rapora dezgehê, germahiya ava deryayan gihîştiye asteke rekor. Daneyên nû nîşan didin ku li Rojavayê Ewropayê navîniya pileya germayê 20.74 pileya Selsîyusê bûye, ku ev yek 3 pile ji asta asayî bilindtir e.
Ev pêla germayê bi taybetî welatên wekî Brîtanya, Îspanya, Îtalya, Almanya, Awistirya û Portugalê li xwe girtine. Ev welat ji serê salê ve bi çendîn pêlên germayê yên dijwar re rûbirû mane û bandora wê hêj berdewam dike.
Pispora keşûhewayê Samantha Burgess amaje bi wê yekê kir, ev rewş nîşana guherîna bilez a keşûhewayê ye. Herwiha hişyarî da ku di paşerojê de, dê pêlên germayê yên hîn dijwartir rû bidin û ev yek dê metirsiyeke mezin li ser jiyana mirovan, jîngeh û jêrxaneya welatan çêbike.
Wezîra Tenduristiyê ya Fransayê Stéphanie Rist, roja 3ê Tîrmehê ji medyaya welatê xwe re ragihandibû, di navbera 22 û 28ê Hezîranê de, dema ku germahî gihîştibû lûtkeyê, nêzîkî 2 hezar û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîra Fransî herwiha destnîşan kir, ev tenê amara heftiyekê ye û tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyên germayê hîn zêdetir bibe.