PDK: Medalyaya Îtalyayê nîşana pêgeha bihêz a Nêçîrvan Barzanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi boneya wergirtina medalyaya herî bilind a rêzlênana sivîl a Komara Îtalyayê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê îro 9ê Tîrmehê: "Bi boneya pêşkêşkirina medalyaya herî bilind a rêzlênana sivîl a Komara Îtalyayê bo Nêçîrvan Barzanî, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ li cenabê wî û gelê xwe dikin."

Di peyama PDKê de hat diyar kirin, dayîna vê xelata navdewletî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, amajeyek e bo li pêgeh û bandora wî ya li ser asta navxweyî û navdewletî.

Mekteba Siyasî ya PDKê bal kişand ser giringiya vê xelatê û destnîşan kir ku ev yek encama hewl û gavên Serokê Herêmê yên ji bo bihêzkirina dîplomasiya Herêma Kurdistanê, xurtkirina peywendiyên navdewletî û parastina nirxên hevbeş û çanda pêkvejiyanê ye.

Di dawiya peyamê de, Desteya Kargêrî ya PDKê kêfxweşiya xwe bi vê serkeftina dîplomatîk anî ziman û hêviya serkeftinê ji bo azmûna Herêma Kurdistanê xwast.