Termê Elî Xamineyî li bajarê Meşhedê hat veşartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li bajarê Meşhedê hat veşartin; ev jî piştî merasîmeke yek hefteyî ku çend bajarên Îran û Îraqê vegirtibûn û tê de Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî bi rengekê giştî derneket pêş çavan.
Termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî serê vê sibehê (Înî, 10ê Tîrmeha 2026ê) li Mezargeha "Îmam Riza"yê li bajarê Meşhedê, ku warê wî bi xwe ye, hat veşartin.
Li gorî daxuyaniyekê, ku di hesabê fermî yê Xamineyî de li ser tora civakî ya "X" hatiye belavkirin, merasîma veşartinê bi rengekî taybet û tenê bi amadebûna endamên malbata wî bi rê ve çû, piştî pirs û şîneke cemawerî ku çend rojan berdewam bû.
Tiştê ku bala medyayê kişand ew bû ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî di dema merasîma veşartina bavê xwe de bi rengekî giştî û li beranberî kamerayan derneket pêş.
Merasîmên sersaxî û oxirkirinê ku hefteyekê berdewam bûn, di van qonaxan re derbaz bûn:
- Pêşwazî li Tehratê: Pêşwazîkirina şandên biyanî û vekirina "Mizgefta Îmam Xumêynî" bo hevxeman.
- Nimêja Miriyan: Birêveçûna nimêja li ser term û merasîma serekî li Tehranê, ligel merasîmên dînî li bajarê Qumê.
- Veguhastina wî bo Îraqê: Termê Xamineyî bo bicihanîna merasîmên dînî û serdana mezargehên pîroz bo bajarên Necef û Kerbelayê yên Îraqê jî hat veguhastin, berî ku bo Îranê bê vegerandin.
Xamineyî li sala 1939ê li Meşhedê bûye û li sala 1989ê bûbû Rêberê Îranê. Di temenê 86 saliyê de, di encama bombebaraneka dijwar de, ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser cihê rûniştina wî li navenda Tehranê hatibû kirin, li roja 28ê Sibata 2026ê hat kuştin, ku paşê kurê wî Mucteba Xamineyî wekî cîgirê wî hat hilbijartin.