Îxlas Dilêmî dema belavkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê eşkere kir

Îxlas Dilêmî
Îxlas Dilêmî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentereke Îraqê eşkere kir ku paşketina belavkirina mûçeyan tenê Herêma Kurdistanê venegirtiye, belkî ji ber kêmiya nextinê, li seranserê Îraqê paşketin di belavkirina mûçeyên saziyên fîderal de jî heye, herwesa dema xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî diyar kir.

Endama Parlamentoya Îraqê Îxlas Dilêmî îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24 ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî data û zanyarên pêdivî ji bo dezgehên darayî yên Îraqê şandine.

Dilêmî jerwesa da zanîn ku niha datayên Herêma Kurdistanê gihîştine û ji aliyê hejmarkaran û dezgeha budceyê ve tên şopandin, herwesa biryar e ku li roja Yekşema bê hûrbiniya dawiyê di lîsteyan de bê kirin.

Dema belavkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê

Li gorî gotina vê parlamenterê, îhtîmala herî mezin ew e ku li roja Duşem an Sêşema nîvê hefteya bê dest bi xerckirin û belavkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê kirin.

Ji aliyekî din ve jî, Îxlas Dilêmî tekez kir ku paşketina belavkirina mafêb darayî arêşeyeke giştgir e li seranserê Iraqê û tenê Herêma Kurdistanê venegirtiye.

Parlamentera navborî ron jî kir ku Hikûmeta Fîderal jî heta niha mûçeyên hemî pişk û saziyên xwe belav nekiriye, bi rengekî ku heta endamên Parlamentoya Îraqê jî îro ji nû mûçeyên xwe wergirtine.

Vê endama Parlamentoya Îraqê sedema vê paşketina giştî bo çêbûna arêşeya kêmiya nextinê li seranserê Îraqê vegerand, lê piştrastî jî da ku rênmayiyên darayî yên girêdayî Herêma Kurdistanê bi rengekê asayî û li gorî plansaziyê bi rêve diçin.