Bi raspardeya Mesrûr Barzanî; Nexweşxaneya Rizgariyê ya Hewlêrê bi tevahî tê nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi merema pêşxistina kerta tenduristiyê û pêşkêşkirina baştirîn xizmetkariyên bijîşkî bo welatiyan, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoyeke berfireh û piralî ya nûjenkirinê li Nexweşxaneya Rizgariyê ya bajarê Hewlêrê hat destpêkirin. Ev proje dê guhertineke bingehîn di tevahiya pişkan û sîstema karkirina nexweşxaneyê de çê bike.
Rêvebira Nexweşxaneya Rizgariyê ya bajarê Hewlêrê Nurcîhan Elî Şaban îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku karên nûjenkirina wê nexweşxaneyê berdewam in û bizav tên kirin ku bi baştirîn kalitî û di demeke herî kurt de bi dawî bibin.
Nurcîhan Elî Şaban bal kişand ser wê yekê jî ku pêşketîtirîn amûrên bijîşkî dê bo wê nexweşxaneyê bên dabînkirin û herwesa ew dê bibe yek ji navendên herî pêşketî yên kerta tenduristiyê li ser asta Herêma Kurdistanê.
Qonaxên Karê Nûjenkirinê
Projeya nûjenkirina Nexweşxaneya Rizgariyê di van qonaxên serkeftî re derbaz dibe:
1. Qonaxa Yekê: Paqijkirin: Bi serkeftî bi dawî bû.
Rakirina hemî amûr û kelûpelên kevn, xerabbûyî û pûçbûyî yên nexweşxaneyê bi tevahî bi dawî bûye.
2. Qonaxa Duyê: Avakirin û Amadekirin: Niha di qonaxa bicihanînê de ye.
Nûjenkirina odeyên bijîşkan û holên rawestana nexweşan hatiye destpêkirin û pişkek ji wan niha ji bo karkirinê amade ne.
3. Sîstema Germkirin û Sarkirinê: Li ser asta Kurdistanê cara yekê ye.
Bicihanîna sîstemeke nû ya germkirin û sarkirinê ku bo cara yekê ye li ser asta nexweşxaneyên hikûmî û taybet tê bikaranîn û arêşeya çend salan a nexweşxaneyê çareser dike.
Nûjenkirina odeyên neştergeriyan û sîstema elektronîk
Ji aliyekê din ve, Berpirsê Pişka Endandazyariya Amûrên Bijîşkî li Nexweşxaneya Rizgariyê Ehmed Silêman tekez kir ku odeyên neştergeriyan bi tevahî tên nûjenkirin û nûtirîn pêdiviyên bijîşkî bo wan hatine dabînkirin. Herwesa ji bo dabînkirina kehrebeya berdewam, sîstema UPS a taybet bo hemî pişkan tê bicihanîn.
Tevî nûjenkirina fîzîkî, ev nexweşxane bi tevahî dibe elektronîk û sîstema kaxezî tê de namîne, ku ev yek hêsankariyeke mezin bo bijîşk û nexweşan peyda dike. Ev projeya stratejîk rengvedana karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku girîngîdana bi kerta tenduristiyê û parastina canê welatiyan kiriye serpişka karên xwe.