Xwecihiya Efrînê ya ENKSê dengbêjê navdar Bavê Selah bibîr anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dengbêjê navdar ê Kurd Bavê Selah di 10’emîn salvegera koça wî de, li ser gora wî ya li gundê Gorda bibîr anî.
Di 10 saliya koça dawî ya hunermendê mezin ê Kurd Ebdilrehman Omer (Bavê Selah) de, Xwecihiya Efrînê ya ENKS’ê û hejmareke mezin ji hezkiriyên hunerê li gundê Gorda yê Efrînê li hev civiyan. Beşdaran serdana gora hunermend kirin û bal kişandin ser roleke wî ya stratejîk di parastina kelepûr û strana Kurdî de.
Bavê Selah di sala 1952’an de li gundê Gorda yê Efrînê ji dayik bû. Wî di destpêka salên 80’î de dest bi kariyera xwe ya hunerî kir û zû di nav gel de wekî rûmetekî dengbêjiya resen hat naskirin. Bavê Selah ne tenê li Rojava, lê li her çar perçeyên Kurdistanê û li gelek welatên mîna Rûsya, Libnan, Urdin, Îmarat û Ewropayê bi şevbuhêrk û stranên xwe kiltûra Kurdî da naskirin.
Hunera Bavê Selah rehên xwe ji malbatê û hostayên mezin digirt. Wî hunera xwe ji dayika xwe Gulê, bapîrê xwe dengbêj Îbrahîmê Tirko û hunermendên mîna Cemîl Horo, Ehmed Axa û Silêmanê Aho fêr bûbû. Bavê Selah xwe wekî şagirtê hunermendê nemir Adîk didît; Adîk jî berî wefata xwe, wekî nîşana radestkirina mîraseyê, tembûra xwe diyarî Bavê Selah kiribû.
Hunermend Bavê Selah ji ber parastina ziman û çanda Kurdî, gelek caran ji aliyê rejîma Beis a Sûriyê ve hatibû girtin û di zindanan de eşkence dîtibû. Lê tevî hemû zextan jî, wî dest ji hunera xwe berneda û di dirêjahiya jiyana xwe de bi dehan kasêt û arşîveke mezin li pey xwe hişt.
Bavê Selah di 14’ê Tîrmeha 2016’an de li bajarê Efrînê koça dawî kiribû. 10 sal piştî koça wî, gelê herêmê hîn jî bi rêzdarî keda wî ya ji bo hunera Kurdî bibîr tîne.