Netanyahu bi armanca hevdîtina ligel Trump serdana Washingtonê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo kêmkirina sarbûna di peywendiyan de û vegerandina baweriya navbera Tel Evîv û Washingtonê, biryar e roja Şemiyê biçe Amerîkayê û ligel Donald Trump bicive.
Rojnameya Îsraîlî ya "Yedioth Ahronoth", li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand, Serokwezîr Benjamin Netanyahu roja Şemiya bê, 18’ê Tîrmehê, berê xwe dide Washingtonê. Armanca sereke ya vê serdanê, hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Hewla Netanyahu ya ji bo hevdîtina ligel Trump di demekê de ye ku Amerîkayê dorpêçên li ser benderên Îranê nû kirine. Her çiqas peywendiyên dîplomatîk ji bo amadekirina vê civînê berdewam dikin jî, lê hîn demeke diyarkirî ji bo hevdîtinê nehatiye mîsogerkirin. Hefteya borî jî ofîsa Netanyahû hewl dabû civîneke wisa pêk bîne, lê bi ser neketibû.
Civîna herî dawî ya navbera Netanyahû û Trump di 11’ê Sibata îsal de, li "Odeya Operasyonan" a Koşka Spî pêk hatibû.
Li gorî nûçeya "Yedioth Ahronoth", yek ji sedemên sereke yên leza Netanyahu ji bo vê hevdîtinê, nûkirina wê baweriyê ye ku piştî şerê 28’ê Sibatê yê ligel Îranê "derz" têketiye. Tê gotin ku hinek kesayetên nêzîkî Serok Trump rexne li Netanyahu girtine û diyar kirine ku nirxandinên Netanyahu yên derbarê qeyranê de ne rast bûn. Ev yek bûye sedema sarbûnekê di peywendiyên her du serokên herî nêzîk de.
Netanyahu dixwaze bi vê serdanê nîşan bide ku Îsraîl hîn jî hevparê herî stratejîk ê Amerîkayê ye û dixwaze di stratejiya nû ya dijî Îranê de li ser maseya biryarê be.