CENTCOM: Gereke nû ya êrîşên me bo ser Îranê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehand ku wan dest bi gereka nû ya êrîşên xwe yên asmanî bo ser armancên Îranê dest pê kiriye û di çend saetên bê de jî dorpêça deryayî dixin ser bender û deverên peravî yên wî welatî.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku saet 15:00 bi dema Waşintonê, hêzên wan dest bi gereka nû ya êrîşan li ser armancên girêdayî Îranê kirine.
CENTCOMê amaje jî kir ku armanc ji van êrîşan berdewambûna lengkirin û lawazkirina wan şiyanên Îranê ye yên ku bo êrîşkirina ser keştiyên bazirganî di Tengava Hurmizê de bi kar tîne.
Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin jî ku hêzên Amerîkayê di amadebûna tam de ne, bo destpêkirina dorpêça deryayî li ser bender û deverên peravî yên Îranê. Eşkere jî kir ku saet 16:00 bi dema Waşintonê dê dest bi bicihanîna vê dorpêç bê kirin.
Teqînên li Bender Ebas û Ehwazê
Hevdem ligel van daxuyaniyan, berî demeka kêm dengê çend teqînên mezin li bajarê Bender Ebas hat bihîstin. Televizyona fermî ya Îranê di vî warî de belav kir ku cihekê bajarê Bender Ebasê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye bombebarankirin, lê tu zanyarên din li ser cihê wê rûdanê û zirarên canî û madî aşkere nekirine.
Ji aliyê din ve, çendîn çavkaniyên navxweyî yên Îranê jî belav kiriye ku Balafirxaneya Ehwazê jî ketiye ber êrîşên asmanî yên Amerîkayê.
Ev jî di demekê de ye ku Amerîkayê di 13ê Nîsana îsal de dorpêça deryayî ya li ser Îranê ragihandibû, lê piştî îmzekirina yadaşta hevfêmkirinê ya navbera Waşinton û Tehranê di 18ê Hezîranê de, ew dorpêç hatibû rakirin. Di dema wê dorpêçê de, hêzên Amerîkayê rê li zêdetir ji 140 keştiyan girtibû û rê neda wan ku hatin û çûnê bo benderên Îranê bikin.