Fewzî Herîrî: Deriyê Serokatiya Herêmê ji bo her destpêşxeriyeke çareseriyê vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand, Serokatiya Herêmê mîna "sîwaneke yekxistina aliyan", amade ye piştgiriya her hewleke ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî bike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, îro 15’ê Tîrmeha 2026’an, ji Kurdistan24ê re ragihand, her du aliyên sereke, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bo destpêşxerî û aştiyê gavên cidî avêtine. 

Herîrî herwiha teqez kir ku divê aliyên siyasî bi awayekî zelal û aşkere li ser rêyên çareseriyê biaxivin, daku ev qonax bi serkeftî derbas bibe.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê rexne li hin aliyan girt ku di mijara hatina ser maseya diyalogê de sist in û got: "Ez nizanim çima alî nayên pêş? Pêwîst e nakokiyên di navbera aliyên siyasî de bi hûrgulî werin nîqaşkirin û çareserî ji bo wan werin dîtin."

Fewzî Herîrî destnîşan kir, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi baldarî çavdêriya rewşê dike û dê bibe alîkarê sereke ji bo yeklakirina kêşeyên navxwe. Herîrî herwiha got ku armanca wan a sereke parastina aramî û yekrêziya aliyên siyasî ya li Herêma Kurdistanê ye.