CENTCOM: Me dest bi qonaxeke nû ya êrîşan li dijî Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan îro dest bi pêleke nû ya êrîşan dijî Îranê kiriye. Armanca van êrîşan lawazkirina şiyanên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganî ye.
CENTCOMê îro 15’ê Tîrmeha 2026’an, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê tora civakî X (Twitter) ragihand, mebesta van êrîşên nû pûçkirin û lawazkirina wan şiyanên serbazî ye ku hêzên Îranê ji bo êrîşkirina ser keştiyên bazirganî yên li Geryava Hurmizê bi kar tînin.
CENTCOM’ê destnîşan kir, ev operasyon di çarçoveya hewldanên Amerîkayê yên ji bo parastina ewlehiya deryayî de pêk tê. Diyar kir jî, Amerîka bibiryar e rê li ber her cure gefên ku li ser rêrêwên bazirganiya navneteweyî yên li navçeyê çêdibin, bigire.