CENTCOM: Me pêleke nû ya êrîşan li dijî Îranê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro pêleka nû ya êrîşên asmanî li dijî pêgehên Îranê dest pê kiriye, bi armanca zêdetir kêmkirin û lawazkirina şiyanên serbazî yên wî welatî.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku saet 2:00 ê piştî nîvroyê bi dema Rojhilatê Amerîkayê, hêzên wan dest bi bicihanîna pêleka nû ya êrîşên asmanî li dijî çend armancan li nav axa Îranê kiriye.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de zelal kiriye ku ev êrîş, ku ev pênc şev in li ser hev tên kirin, bi armanca zêdetir kêmkirin û lawazkirina şiyan û jêrxaneya serbazî ya Îranê hatine kirin, daku rê li ber her gefeka ewlehiyê ya di paşerojê de bê girtin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê tekez jî kiriye ku hêzên wan dê li ser çavdêrîkirina pêşveçûnan berdewam bin û hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina ewlehî û tenahiya deverê.