Sebah Numan: Komîteyeke lêkolînê bo êrîşên li ser Hewlêrê hatiye çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku êrîşên li ser Hewlêrê bi tevahî redkirî ne, û tekez jî kir ku her aliyekê li pişt wan êrîşan be dê rûbirûyî tundtirîn cezayên qanûnî bibe, ji ber ku ev kiryar zirarê dighînin tenahiya welat.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî biryara avakirina komîteyeke taybet ji bo lêkolînkirina êrîşên şeva borî daye."
Sebah Numan diyar jî kir ku vê komîteyê ji îro ve dest bi karên xwe kiriye û dê di demeke nêzîk de raporteke berfireh li ser çavkanî û aliyên li pişt van êrîşan pêşkêş bike.
Sebah Numan aşkere jî kir ku endamên vê komîteya ewlehiyê dê serdana Herêma Kurdistanê bikin, ji bo karkirina hevpar û hevahengiya rasterast ligel dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, daku bi rengekê zanistî û meydanî sedem û palderên li pişt van êrîşan diyar bikin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar tekez jî kir ku hêzên nîştimanî çavê xwe li tu aliyekî nagirin û her kom an aliyekî dest di van êrîşan de hebe, dê bi tundtirîn awa bê cezakirin.
Navborî ron jî kir ku parastina ewlehiyê yek ji karên herî pêşiyê ye û ev rengê êrîşan dibin sedema lawazbûna tenahiya giştî ya welat, ku ev yek jî bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Li ser çavkaniya êrîşan, Numan amaje kir ku heta niha bi tevahî her tişt ron nebûye ka gelo êrîş ji hundir an ji derveyî Îraqê hatine kirin, ji ber ku lêkolîn hîna di qonaxên destpêkê de ne; lê tekez jî kir ku hemî rêkarên pêdivî ji bo rêgirtina li binpêkirinên bi vî rengî hatine bicihanîn.
Ev pêngavên ewlehiyê piştî wê yekê tên ku şeva borî parêzgeha Hewlêrê bi 8 dronên bombekirî hatibû armanckirin. Ew êrîş ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymanan ve hatibûn têkbirin. Vê rûdanê tu zirarên canî li pey xwe nehiştin, ji bilî hinek zirarên madî yên sînordar ku gihîştibûn çend timbêlan.