Qonaxa sêyê ya temamkirina Kornîşê Zaxoyê tê destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amadekariyan ji bo destpêkirina qonaxa sêyê ya projeya geştiyariyê ya Kornîşê Zaxoyê dike, ku biryar e di Îlona bê de li ber geştyaran bê vekirin.
Projeya geştiyarî ya Kornîşê Zaxoyê yek ji projeyên giring û stratejîk ên sektora geştiyariyê ye li ser asta Herêma Kurdistanê. Piştî temambûna qonaxên yekê û duyê yên vê projeyê, bala hejmareka mezin a geştyarên navxweyî û biyanî kişandiye ser bajarê Zaxoyê.
Di derheqa temamkirina vê projeyê de, Serokê Şaredariya Zaxoyê Yûnis Mihemed îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) ji bo Kurdistan24ê ragihand ku di demeke pir nêzîk de dê qonaxa sêyê ya projeyê bê destpêkirin. Wî pêşbînî jî kir ku di 20ê Îlona bê de, di roja salvegera ragihandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, qonaxa sêyê ya vê projeya giring bê vekirin.
Serokê Şaredariya Zaxoyê ron jî kir ku nêzîkî 30 avahiyan dikevin ber vê qonaxê û xwediyên wan hemiyan bi biryara dadgehê û bi awayekî qanûnî dê bên qerebukirin.
Hûrguliyên Qonaxên Yekê û Duyê yên Projeyê
Qonaxa Yekê: Ev qonax bi dirêjahiya 1500 metreyan li ser her du aliyên rûbarê Xabûrê hatibû çêkirin û xerciya wê gihîştibû 11 milyar û 500 milyon dînaran.
Di nav vê qonaxê de bendeveka bi dirêjahiya 73 metreyan û bilindahiya 3.5 metreyan hatiye çêkirin, ku ji bo vegirtina 250 hezar metreyên sêcarkî yên avê tê bikaranîn, herwesa %70 ji rûberê vê qonaxê keskatî ye.
Qonaxa Duyê: Ev qonax bi budçeya 6 milyar dînaran û bi dirêjahiya 3 kîlometreyan tê bicihanîn, ku tê de %50 ji rûberê projeyê ji bo çandina dar û keskatiyan hatiye terxankirin.
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê biryar daye ku hemî aliyên rûbarê Xabûrî, ji Pira Delal bigire heta dighîje Pira Xanî ya li dawiya bazara wî bajarî, bibe kornîş û cîhekî geştiyarî yê bêhempa bo welatî û mêvanan.