Keşnasiya Herêma Kurdistanê nûçeya rûdana erdhejê li navenda Hewlêrê ron kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Du erdhejên li pey hev li sînorê welatê Îranê rû dan û lerza wan li çend deverên Herêma Kurdistanê hat hîskirin. Hevdem Rêveberê Giştî yê Keşnasiya Herêma Kurdsitanê daxuyaniyek li ser wan gotegotan da ên ku behsa rûdana erdhejekê li navenda bajarê Hewlêrê dikin.
Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejnasiya Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku; di navbera saet 06:00 û 07:00 ê vê sibehê de du erdhej, ku navenda wan di nava axa Îranê de bûye, çê bûn.
Fazil Îbrahîm aşkere jî kir ku ew erdhej bi 5.2 û 4.6 pileyan li gorî pîvera Richterê bûye û di kûrahiya 27 kîlometreyan de di bin erdê de qewimîne. Navborî da zanîn: "Bandora van erdhejan li rojhilatê Herêma Kurdistanê, bi taybetî li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê, hatiye dîtin û welatiyan hest pê kiriye."
Li ser wan zanyarên ku li ser malpera cîhanî ya "Earthquake"ê hatibûn belavkirin û behsa rûdana erdhejekê li navenda bajarê Hewlêrê dikir, Fazil Îbrahîm got: "Heta niha tu raporteka zanistî ya fermî li ber dest nîne ku îspat bike erdhejek li navenda bajarê Hewlêrê rû daye."
Rêveberê Keşnasiyê diyar jî kir ku eger erdhejek bi 2.7 heta 3 pileyan jî rû dabe, welatî bi ti awayî hest pê nakin, tenê li deverên çiyayî û bilind dibe ku lerzeke pir sivik hebe.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku malpera "Earthquake"ê pêştir belav kiribû ku sibeha îro erdhejek bi 2.7 pileyan li gorî pîvera Richterê, li navenda bajarê Hewlêrê û di kûrahiya 7 kîlometreyan de rû daye, lê ji ber kêmiya pileya wê, welatiyên bajêr hest pê nekiriye.